Grûpên çekdar li Efrînê îşkenceyê li welatîyan dikin

.

Li Efrînê grûpên çekdar bi ser malekê da girt û îşkence li wê malbatê kirin û dest danîn ser zêr û zîvên wan.

Grûpên çekdar li gundê Memalayê ya Efrînê bi ser malekê da girt û ji wê malbatê îşkence li sê kesan kir.

Li gorî nûçeya Rûdawê, çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şeva înê çekdaran bi ser mala welatiyê Kurd Hemîd Yûsifê li gundê Memalayê de girtiye.

Çekdaran Hemîd Yûsifê 75 salî, hevjîna wî ya 65 salî û keça wî ya 35 salî girê dane û bi tundî şkence li wan kirine.

Çekdaran herwiha 900 dolar, bazinekî zêr, telefoneke malbatê jî dizîne û reviyane

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ