Grûpên çekdar gefan li çalakvanên greva Cindirêsê dixwin

.

Malbata Şehîdên Cindrêsa Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li pêşiya mala xwe konê sersaxiyê vedane. Rojane bi dehan ji xelkê Efrînê berê xwe didin mala şehîdan û sersaxiyê ji wan re dixwazin. Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê gefan li çalakvan û beşdarên gireva Cindirsê dixwin da ku çalakiyên xwe rawestînin.

Piştî 5 rojan ji xwepêşandan, girev û seknên protestokirinê li dijî grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku çekdarên wê 4 welatiyên Kurd ji yek malbatê di şeva Newrozê de, li pêş mala wan bi kom kuştibûn, grûpên çekdar gefan li beşdarên girevê dixwin û hewl didin ku wan çalakiyên protestokirinê bi dawî bînin.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand, çekdar gefan li çalakvanan dixwin û ala Tirkiyê li ser konê girevê bilind dikirin da ku xelk beşdarî girevê neke.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo got: “Ji duh ve dixwazin grevê belav bikin. Ala Tirkan li konê grevê bi destên hinek ajanên wan hatin belavkirin. Gelek ciwan neçar man ku ji bin konê grevê derbikevin. Herwiha ji duh ve gelek gef li ciwanên çalak tê xwarin.”

Li nêzîk goristana ku her çar qurbanî bi xakê hatibûn spartin, hin diruşm li gel ala PKK hatibûn avêtin. Di tomareke dengî de, çavkaniyekê ji cihê bûyerê ji Rûdawê re got, ev kiryar bi fermana Îstixbarata Tirkiyê ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye kirin da ku xelkê bên tirsandin û girev û çalakiyên protestokirinê bên rawestandin.

Di çalakiyên protestokirinê de, beşdaran bi diruşmên azadî bo Efrînê, derkirina grûpên çekdar û sizadana kujeran û grûpa wan a çekdar û çend diruşmên din dengên xwe bilind dikin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin