Gotibû ‘Ez ne Tirk im’: Alî Çeven hat girtin

.

Alî Çevenê ku di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” hat girtin.

Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven di roportajeke kolanê de gotibû “Ez ne Tirk im” û paşê bûbû hedefa êriş û tehdîdan.

Çeven piştî wê roportajê hatibû desteserkirin lê paşê hatibû berdan.

Suphî Ozgenê parêzerê Alî Çeven bi rêya hesabê xwe yê Xê got, “Alî Çeven dema hatiye desteserkirin lêdan xwariye.

Em dê bibin gilîdar çimkî miameleya xerab qedexe ye.”

Suphî Ozgen da zanîn ku Çeven bi hinceta propagandaya PKKyê hatiye girtin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê jî got:

“Ji ber ku got, ‘Ez ne Tirk im’ du caran hat desteserkirin, rastî miameleya xerab hat û hat girtin. Ma gotineke din hewce dike?”

“Kurd çi dixwazin?”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî berteka xwe wiha anî zimên:

“We hema ji min dipirsî û digot, ‘Kurd çi dixwazin?’

Alî Çeven hewl dide behsa xwestekên Kurdan bike.

Bi caran hat desteserkirin, lêdan xwar û paşê jî hat girtin.”

“Mesele ne PKK ye”

Ferhat Encu jî diyar kir ku Alî Çeven li dijî PKK û DEM Partiyê ye û got:

“Ew berê Tirkparêz bû. Bi awayekî zelal tê fêhmkirin ku mesele ne PKK ye.

Tu kî bî jî dema te nasnameya Tirbûnê red kir tu rastî şideta vê zîhniyeta faşîst û înkarker tê.

Divê êdî Kurd biqîrin û bibêjin ‘Ez ne Tirk im, ez Kurd im.’

Dê rûmeta mirovahiyê zora şkenceyê bibe.”

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in