GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-5

Wêne di xwe de rasteqîniyeke dokumenter dihewîne ku xwe bi her tiştê em derbarê tehmûlnekirinê de dizanin ve peywendîgir dike.

Dema hozan Demodocus li ser ketina Troy (23) û qetliyama bi ketina wê re cîh girtî distirê Odysseus digirî, û Homer di helbesta xwe de dibêje ku hêstirên wî wek hêstirên jineke ku li meydana şer li ser şûyê xwe yê ketî digireye bûn.  “Teşbîha belaxî” ya di destanê de wisa didomîne:

 

Bi dîtina dîmena peyayê di sikrana mirinê de,

Jin xwe diavêje ser û wî hembêz dike, bi qîrîn;

Dû re jana ji serikîn riman li ser pişt û milên xwe hest dike,

û tête gêrkirin ber bi koletî û şînê.

Giriyê bi dilşewat henarikên wê dihelînin;

Lê agirê wan nade ser yê hêstirên Odysseus,

Ku nuha veşartî, ji hevalan dûr, dihatin xarê.

 

Hîn îroj jî, li dû nivîsandina destanê bi sê hezar sal, dema em bûyerên hovane yên hemdema xwe di heman demê de bi bîr tînin û wilo zû di ber çavan re derbas dikin; em wisa baş derbarê wan de dihên agahdarkirin ku tehlûkeya avsûnbûna me ji wan heye; em ew qas dokumenterên derheqê girtin û kujtina di kampên recîma nazî û yên sovyetî de cîh girtinî dibînin ku belkî ji hewcedariyê bêtir be; erê, di vê demê de jî wêneya Homer di destana xwe de afirandiye hîn jî dikare hişên me li me vegerîne.  Jana ji serikên wan rimên li ser pişt û milên jinê li dû demê û wergerandinê hîn jî dimîne.  Wêne di xwe de rasteqîniyeke dokumenter dihewîne ku xwe bi her tiştê em derbarê tehmûlnekirinê de dizanin ve peywendîgir dike. 

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-4

 

Lê şêweyeke din ya rasteqîniyê heye ku mulkiyeta helbesta ji bo stranê ye.  Bêguman ew bi “heykelê di nav hestên me yên bihîstinê” ve peywendîgir e ku bi guhdarkirina helbestê re xwe diafirîne.  Rasteqîniyeke ku Mandelstam wek yeke ji “xwebicîhkirina axiftina durist” hatî der bi nav dike.  Rasteqîniyeke ji mebestê û serxwebûnê ku her helbesta bi tevahî armancgir xwedî lê derdikeve.  Ew bi pêkaniya zimanî ya îdarekirin û berbihevhanîna peyvan ve, bi xweşiya ji rist û deng û rîtm û stanzayên di helbestê de amade ve jî girêdayî ye; herweha bi ramanên ku helbest xwe pê ve mijûl dike ve û di heman demê de bi duristiya helbestvanî ve.  Erê, di helbesta stranşêwe de rastî di nav wesîleyê bi xwe de wek dengekî durist tête bihîstin.  Ew lêgerîna bêyî westabûn ya li wî dengî ye ku xwe ligel Emily Dickenson (24) û Paul Celan gîhandiye çakradeya herî bilind û ligel John Keats (25) xwe gîhandiye meqamê herî bi nerx.  Ev e ku dihêle guhê helbestvanî her li bihîstina dengê xwedan pêkaniya bawerîpêhanînê bigere, di nav hemî dengên din yên ragîhandinê de.

 

Ev rêyeke diyarkirina wê xwebêjê ye ku ez hîn bi tevahî ji ser milê wê kenebeyê danekitime (26).  Heye ku baldayîna nûçeyan li nik min pêş ve çûbe û hişyariya min derheqê dîroka cîhanî û xem û kederên ew bi xwe re dixe nav cîhanê de bêtir bibe.  Lê tiştê ku dengê min guh daye ser diyar dike hîn jî bi tevahî xwebêja bûyera cîh digirêye nade; xwebêj kûrtir e, çimkî wek helbestvanekî ez li dû tiştekî me ku bizava hatî kirin tê de bi saya rêzkirina dengan ligor razemendiyeke mûzîkalî bi cîh bibe.  Mîna ku pêlika avê bi gihîştina dawiya xwe re îspatkirina xwe bi rêya xwevejandinekê hêvî bike û ji lewre xwe ber bi navenda xwe bizivirîne û dîsa ber bi derve vekişe.

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-3

 

 

Ez di xwendina helbestan de herweha li dû tiştekî din im.  Wek nimûne, ez di dubarekirina rêza Yeats, “werin di mala çavên mebestvala de çêbikin war” de rastî wî tiştî têm, di dengê bergerîna di wê de, di hêza di nav peyvên “çêbikin” û “war” de, û di diyarkirina bêhêvîtiyê di peyva “vala” de.  Ez herweha di hêz û lihevhatina rîtma peyvine helbestê de rastê têm, û di wê yekê de ku tevahiya helbestê xwe wek formeke serbixwe di nav zimên de bi cîh kiriye.  Forma helbestî (şi’irî; wergêr) di heman demê de keştî û lenger e.  Hem biserketin e, hem ragirtin e, rê dide tevcîhgirtina dilşadiya bi her tiştê ku dikare di hiş û giyanê mirovî de xwe ber bi derve vekişîne û ji derve de xwe ber bi wan rakişîne.  Û van xusetan in ku dihêlin berhema Yeats her tiştê ku helbsta grîng dike bike, ku xwe bigihîne hîmê xweristiya sempatîk di me de û di heman demê de haydare xweristiya nesempatîk ya cîhanê be ku dikare ya me têxe bin bandora xwe.  Forma helbestê, bi gotineke din, xwedan hêzeke bêyî hempa ye, hêza pêkaniya xwedîderketina li wan xusetan ku ji bo helbestê wek çaviya nerxdayînê mane û dê her bimîne:  Hêza bawerkirindana wî beşê nazik di wûjdana me de bi duristbûna wê, ligel hebûna îspatên neduristiyê li hemî aliyên me; hêza ku di me de wê yekê bi bîr tîne ku em nêçirvan û berhevkarên ramanên bi nerx in; ku heta bi tenêmayîn û xemgîniyên me bin, ew jî nêşanên realîteya mirovtiya me ne.

 

Wergerandina ji înglizî: Shahînê Bekirê Soreklî

 

Têbiniyên Wergêr:

 

1.  BBC = British Broadcasting Service:  Dezgeha Radyo ya Brîtanî.

2.  Intelligence

3.  Zêdebikarhanîna beyan û belaxeta zimanî.

4.  IRA =  Irish Republican Army:  Hêzên Komarî yên ërlendî.

5.  Loyalists =  Îrlendiyên dixwazin ligel Îngliztanê bimînin.

6.  Osip Mandelstam:  Helbestvanekî rûsî ye.  Di 1891ê de li Warso ji day bûye, di 1937an de hatiye girtin û tête gotin ku di 1938an de di kampeke girtiyan de li Rûsistanê miriye.

7.  Teoriya ku dibêje rastî û zanistî tiştên nisbî ne, xwe ligor demê û kesan diguherin.

8.  Exposure = Raberkirin / daxuyakirin / Riswakirin.

9.  Anna Akhmatova:  navê nivîsandinê yê Anna Abdreyevna Gorenko:  1889 - 1966;  di dema mirina wê de, li Leningrad, wek jina herî navdar di warê edebiyata rûsî de hatiye bi navkirin.

10.  Mebest kêmahîtiya etnîk e:  mînorîte.

11.  Cornelius Tacitus:  56 - 120; dîrokzanekî navdar yê Roma.

12.  Şaîrekî cihû ye, 1020 li Romanya ji day bû ye û 1970 li Parîsê miriye.  Ji kampên Naziyan jîndar filitiye.

13.  Nivîskar û helbestvanekî îrlendî ye, 1906 - ?

14.  Giraldus Cambrensis:  dîrokzanekî ji malbateke bi rûmet e, ji devera Wales  .  Di sala 1184an de ketiye xizmeta Kiralê Îngliztanê Henry yê Duyemîn û di navbera 1185 û 1186 de ligel komeke ji hêzên wî çûye Îrlendeyê.  Pirtûkeke wî derheqê dîroka Îrlende de heye.

15.  Orpheus:  Helbestvan û mûzîkvanekî kevneçîrokên yewnanî ye, weqa xweş li lêreyê (qîsareyê) dixistiye ku lawirên çolê li ber dengê mûzîka wî ji ber xwe diçûne.

16.  Di dîroka yewnanî de qonaxa li dû dema Aleksender yê Mezin.

17.  Galeriya Herêmî di Serilêdaneke din de.

18.  Ezra Pound:  (1885 D.Y.E. – 1972 Venice / Îtalya) Yek ji mezintirîn helbestvan û pisporên edebiyata înglizî ye ku derheqê gellek ziman û edebiyatên din de jî xwedan zanyarî bû.  Di dema şerê Cîhanî yê Duyemîn de li Ewropayê piştgiriya recîma nazî kiribû û ji aliyê hêzên emerikî de dû re hatibû girtin û wek mirovekî dîn hatibû îlankirin.  Ber bimire xelatine edebiyatê ji bo wî hatibûn dayîn.

19.  Hezar û Nehsed û Nozdeh. 

20.  Kûrponijandinên (tefkîra kûr bi kûr) di Dema Şerê Navxoyî de.

21.  Homer:  Şaîrekî kevneyewnaniyan e ku pêkan e nivîskarê “Odyssey” be.

22.  William Wordsworth (1770 – 1850):  Helbestvanê herî navdar yê tevgera romantîkî li Îngliztanê.

23.  Bi yewnanî Troia; bi latînî Troja.  Kevnebajarekî li bakurê rojavayê Anatolya bû.

24.  Emily Dickenson:  Helbestvaneke emerikî ye:  1830-1886.

25.  John Keats (1795 – 1821):  Yek ji mezintirîn helbestvanên Îngliztanê yên sedsala 19emîn e.

26.  Kenebeya ku ew di rojên zarokiya xwe de ji bo guhdarkirina radyo radibû ser milê wê.

 

Wergerandina ji înglizî: Shahînê Bekirê Soreklî

 

(Ev berhem sal 1996 di NÛDEM WEGER de hatibû weşandin)

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-2

 

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-1

 

 

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye