GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-3

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-3

Hindek caran dijwar e mirov ramana ku fêrbûna ji dîrokê hema-hema bi qasî ya ji şerjêxaneyê ye ji nav hişên xwe derîne, ku gotina Tacitus (11) rast e û aştî ji wêranbûna li dû livbaziyên serhişkane yên hêzeke bêwûjdan bêtir ne tişt e

A+A-

Realîteya derveyî û dînamîkiya hindirîn yên bûyerên li Îrlendeyê di navbera 1968an û 1974an de cîh digirtinî bi guhertinê re peywendîgir bûn, guhertina bi xwîn bêguman, lê çawa be jî guhertin; û  kêmahîtiya(10) li wir dima ji mêj ve li benda vê guhertinê bû.  Divabû zûtir hatibûya, wek encama nerazîbûna di dawiya salên şêstan de li ser taxê dihat kelandind, lê wisa nebû û hêkên tehlûkeyê yên ku her di bin nixamtinê de bûn gellekî zû vebûn.  Di heman dema ku tê de beşê moraliyeta xiristiyanî di mirovî de xwe neçar dît li dij şêweya hovane ya bombekirin û kujtinên IRA derkeve, hestê îrlendîbûna mirovî bi bêrehimbûna hêzên înglizî di demên wek ya bûyera Yekşema bi Xwîn de, ku li Derry di 1972an de qewimî, veciniqî; û beşê biçûk yê hemwelatiyê di mirovî de, beşê ku bi wê haydariyê mezin bûbû ku koma ew jê bi hemî şêweyên fermî û ne fermî ji bawerîpêhanînê û wekheviyê bêpar bû, ew beşa jî bi hestên xwe yekcar ligel edaleta xeyalî ya rewşê bû, bi wê baweriyê ku, ger jiyan li Îrlendeyê dê qe xweştir bibûya guhertinê divabû cîh bigirta.  Lê hestê wî hemwelatiyî herweha yekcar bi rastiyê re bû, bi encama têgihîştina ku metodê xwînrêj yê ku IRA ji bo guhertina rewşê bi kar dihanî hacetê têkbirina pêbaweriyê bû, pêbaweriya ku divabû îmkanên nû li ser bihatina lêkirin.

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-2

 

 

Ligel her tiştî jî ta Konferensa Sunningdale di 1974an de, dema hukûmeta brîtanî ket bin bandora zexta karkerên Ulster yên ji bo kiraltiyê piştgir, mirovên armancqenc hîn bi hêvî bûn ku bikaribin xwebêjeke bi mentiq bidin bûyerên cîh digirtinî, ku hêvîdariya li holê li hember metodên kavilker têxin mêzînê û wî tiştî bikin ku W. B. Yeates ber wan bi nîvsaldemekê bizav kiribû ku bike, yanê, “bicîhkirina realîteyê û edaletê di nav heman ramanê de.”  Lê li dû 1974an, di nav bîst salên dirêj yên di navbera wê demê û agirbesta 1994an de vê şêweramanê xwe wek tiştekî ne pêkan îspat kir.  Di nav wê demê de bikarhanîna zorê ji bin ve çi encam nehanîn holê ji bilî bikarhanîna zora ji jor ve.  Hêviya cîhgirtina edaletê ligor hişkbûna realîteya li holê hat tesnîfkirin û xelk ket nav çaryekeke sedsalekê ku demeke wendabûna jiyanê û têkçûna meraqa canî (rûhî:  Wergêr) bû, demeke hişkbûna baweriyan û tengbûna îmkanan ku encamên xwezayî yên piştgiriya siyasî, kişandina bi jan û netişt ji bilî xweparastineke atifî bû.

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-1

 

*          *          *

 

Yek ji wan bûyerên ku janê bi kûrtirîn şêwe dixe dilê mirovî, di dîroka Îrlendeyê ya tiji jan de, cîh girt dema mînîbûseke tiji karkerên ji kar diçûnî malên xwe di êvareke çileyê paşîn yê 1974an de ji aliyê çekdarine rûnixamtî de hat rawestandin û kesên tê de di bin gefa bi tifingê de li ser rê hatin rêzkirin.  Dû re kujerekî rûnixamtî gote wan, “bila yên demolîk di nav we de vir de werin.”  Wisa lê hatibû ku endamên vê komê, yek ne tê de, hemî protestant bûn, û ji ber vê yekê wan ê texmîn kiribûna ku yên rûnixamtî endamên milîsên protestant bûn û dixwaztin demolîkê di nav wan de wek bersîvdaneke kiryarên aliyê din bikujin, bi baweriya ku ew piştgirekî rêxistina IRA û hemî kiryarên wê ye.  Ji bo demolîkê di navbera hebûn û nemanê de rewş yeke bi tirsê dagirtî bû, lê wî kir ku gavê ber bi pêş rane.  Li vir, wek tê gotin, di nav wê beşdeqeya girtina biryarê de, û di nav şevreşiya êvara zivistanê de, wî hest kir çawa destê karkerê protestant yê li kêleka wî destê wî xist nav destê xwe û guvaşt, bi xwebêja ku na, melive, em ê bi te re xiyanetê nekin, hewce nake kesek bizanibe tu ji çi olê yan rêxistinê yî.  Lê bêyî sûd, çimkî ew ji rêzê çû der, lê li şûna ku devê tifingê li ser eniya xwe hest bike, ew wê de hat gêrkirin di dema ku çekdaran yên di rêzê de manî dan ber agirê çekên xwe, ji ber ku ew ne terorîstên protestant lê, wek tê bawerkirin, yên IRA bûn.

 

*          *         *

 

Hindek caran dijwar e mirov ramana ku fêrbûna ji dîrokê hema-hema bi qasî ya ji şerjêxaneyê ye ji nav hişên xwe derîne, ku gotina Tacitus (11) rast e û aştî ji wêranbûna li dû livbaziyên serhişkane yên hêzeke bêwûjdan bêtir ne tişt e.  Têye bîra min, wek nimûne, çawa ramaneke derheqê hevalê min de ketî serê min, hevalê ku di salên heftêyan de bi gumana ku tiliyên wî di kujtineke siyasî de hebûn hatibû girtin, ez veciniqandim:  Ez bi wê ramana di nav hişên min re derbas bûyî veciniqîm, ramana ku, ger ew rast tawanbar be jî, heye ku ligel wê jî ji bo zayîna pêşerojeke nû alîkar derketibe, heye ku bi şikandina formên stemkar pêkaniyên nû afirandibin, bi rêya wî metodê ku hîn dikaribû encamekê wîne holê, yanê bi rêya zorbikarhanînê û xwînrijandinê - ku bi demê re xwe wek rêya di cîh de li holê feriz kiribû.  Bîsteke wisa bû hestkirina vê ramanê ji bo min, wekî ku yek têkeve nav sermaya di navbera stêrkan de, wekî bîrhanîna faktorekî tirsandinê ku xwe bi hestên hindirîn û rewşa derveyî ve eleqedar dikir, ku divabû mirov jiyana xwe tê de hest bikira û ligor wê têxista tevdêrê.  Lê ramanê tenê bîstekê domand.  Zayîna ew pêşeroja em li pê ne bêguman di nav lihevşaşbûna wî demolîkê bizdoyî bûyî hest kirî de ye, dema li kêleka rê destekî din bi destê wî girt, ne di nav gulleyên dû re hatinî avêtin de, ku realîteyeke hêvîvala ye, çiqa bûbe beşekî ji melodiya bûyerên cîh digirin jî.

 

Wek kesên nivîskar û xwendevan, wek kesên gunehbar, û wek kesên hemwelatî, realîzma me û hestê bedewtiyê di me de nahêlin em zû bi zû dengekî erênî wek çak binerxînin.  Teqîna tifingê bi xwe ye ku vî xusetî di me de bi hêztir dike, û xêrnexwazê hov e ku wî dike tiştekî layiqî bikarhanîna li dij wî.  Tiştekî di cîh de ye ku em ji badana di helbestên Paul Cedan (12) de bi heybet bin û herweha di cîh de ye ku em evîndarên dengê bi keser yê Samuel Beckett (13) bin çimkî evana îspat in ku huner dikare ji heqê rewşê derkeve û bi tewrekî ji tewran bibe encama xwezayî ya qedera brîndar ya Celanê ku jîndar ji qetlîama cihûyan filitî û qehremantiya bêlehf ya Beckett wek endamekî Berxwedana frensî.  Herweha şikdariya me jî di cîh de ye dema dilnaziktî di rewşên wisa de bi şêweyeke pirrzêde tête diyarkirin.  Zêdepêşveçûna zanistiya me di dawiya sedsala bîstemîn de mezinbeşekî mîrata me ya çandî dike îmtîhaneke bêhempa.  Tenê mirovê gellekî ehmaq û yê pirr mehrûm mayî dê hîn nedizanibin ku dokûmentên şaristaniyê bi xwînê û hêstiran hatine nivîsandine, xwîn û hêstirên ku çiqa ji me dûr bin dîsa jî bi-rastî ne.  Dema va meyla entelektuelî ligel bûyerên Ulster û Israîl û Bozniya û Rewanda û hejmareke din ji şûnên brîndar yên li ser rûyê erdê bi rê ve biçe, nêşana vê yekê ne tenê ji bo nerxdayîna ji tebîeta mirovî re, wek xwediyê pêkaniyên sazker, kêmsîyek e, lê ji bo karê hunerî bi xwe jî çi nerxdayînê nahîne holê.

 

Ev bû sedema xarbûna min ya bi salan bi ser maseyê de, mîna rahibekî ku ji bo bicîhkirina erkê kûrpêvemijûlbûna rûhî bi ser sendeliya pirtûka olî de xûz dibe, bi mebesta hewldana hilgirtina para xwe ji giraniya cîhanê, tevî ku dizane ew ne xwediyê qencrarmaneke bi boketî yan pêkaniyeke bandorfireh e, lê bi encama guhlêdana rêbaziya xwe neçar e wê bizavê û wê rewşa ew tê de bidomîne.  Ya min jî pijiqandina pizotan ji bo hejargermahiya wan bû.  Jibîrkirina baweriyê û xwewestakirina ji bo berhemên baş bû.  Xwemijûlnekirina bi tevahî ji bo gişçakewesfên almazî bû ku herweha pêkanîna bikarhanîna ramanên bi tevahiya xwebêja peyvê xeyalî ligel xwe dihindirîne.  Dû re êdî bi dilşadî, û ne ji bo xatirê rewşa xemgîn ya welatê min, lê ligel hebûna wê rewşê jî, min xwe rast kir.  Ber çend salan min dest pê kir di hizirkirin û berxeyalkirina xwe de cîh ji bo bedewtiştan çêbikim, herweha ji bo kujertiştan.   Li vir jî ez ê hewl bidim xwebêja wê guhertina ramanî bi çîrokeke ji Îrlendeyê pêşkêş bikim.

 

Wergerandina ji înglizî: Shahînê Bekirê Soreklî

 

Wê bidome…

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin