Goristanên Êzdiyan li Efrînê têne xerakirin

.

Grûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê ku girêdayî Tirkiyê ne binpêkirinên xwe li dijî Kurdên Êzidî yên herêma Efrînê zêde kirine. Li gundê Tirindê, li başûrê Efrînê, naverasta meha Nîsanê, bi dehan gorên Kurdên Êzdî hatine xirabkirin.

Gundê Kîmarê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê,  yek ji gundê ku caran bi Kurdên Êzidî şên bû. Niha hejmareke pir kêm Êzidî li nav gund mane. Ew hejmara kêm jî wekî hemû Kurdên Êzidî li herêmê rastî binpêkirinên zêde tên.

Rêveberê Saziya Êzdîna Elî Îso, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê binpêkirinên xwe li dijî Kurdên Êzidî û war û pîroziyên wan zêde kirine.

Li gundê Tirindê, li başûrê Efrînê, naverasta meha nîsan bi dehan gorên Kurdên Êzidî hatine têkdan. Ew navçe di jêr destê çekdarên Ceyiş el-Îslam de ye.

Roja 14ê Gulanê, hejmarek Erebên Hawirde ji parêzgeha Idlibê, li herdu Kurdên Êzidî, Fethî Izet Berekat û Berekat Izet Berekat li gundê Basofanê dane.

Roja 30 nîsanê, her li gundê Basofanê çekdarên opozisyona li welatiyê xwedan pêdawîstiyên taybet Hesen Nebo, 49 salî, dane.

Dadgeheke tawanan a Efrînê, 6 sal zindan li ser jina Kurd a Êzidî Xezale Selo sepandine bi tohmeta hewla kuştina fermandarekî Feyleq el-Şam.

Mafnas Ibrahîm Ebdulrehman, endamê Saziya Êzdîna, ku bi xwe xelkê herêma Efrînê ye û binpêkirinên li dijî xelkê herêm belge dike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, metirsiyeke mezin li ser Êzidiyên herêmê heye.

Mezargeha Şêx Rikab ku li gundê Şadêrê ye, ji sala 2019an ve, li ser destê grûpên çekdar hatiye têkdan. Ew yek ji 15 mezargehên Kurdên Êzidî li Herêma Efrînê ye ku piraniya wan hatin wêrankirin û jinavbirin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e