Goristana bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate milîtarîzekirin

.

Hêzên rejîmê li bajaraê Mihabadê, ji tirsa kombûna xelkê Mihabadê li yada 59 xortên şehîd ên bajarê Mihabadê li ser tirba şehîdan, deriyên goristana vî bajarî daxistin û îzina çûn bo ser tirba şehîdan bi xelkê re nedan.

Pêka ew raporên ku ji tora medyayî ya “Kurd Channel”ê, roja Înê 12ê Cozerdana 1402 a Rojî û 40emîn salvegera gullebarankirina 59 xortên Mihabadê ji aliyê rejîma Îranê ve, hêzên rejîmê ji tirsa serhildan û kombûna xelkê li ser tirba şehîdan, goristana bajarê Mihabadê bi tevahî milîtarîze kirin û bi xelkê re îzina çûn bo nav goristanê nedan.

Piştî vê ku hêzên rejîmê îzin nedan ku xelk serdana tirba pîroz a şehîdan bikin, malbatên serbilind ên şehîdan digel xelkê Kurdpewer ên Mihabadê li derveyê goristanê bi bilindkirina wêneyên şehîdan û dana dirûşma “şehîd namirin”, soza emegnasiya xwe digel şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Hêjayê gotinê ye ku biryar bû malbatên şehîdan û xelkê Mihabadê, piştî nivroya roja Înê li ser tirba pîroz a şehîdan kom bibin ku hêzên serkutker ên rejîmê, îzin bi wan re nedan.

Cihê gotinê ye ku roja 12ê Cozerdana 1362 a Rojî, 59 xortên bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên cinayetkar ên rejîma Îslamî ya Îranê ve bê ti dadgehîkirinekê gullebaran kirin û hatine şehîdkirin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Dronên li asmanê Hewlêrê hatine şikandin ji Mûsilê ve hatibûn avêtin
Li Bremenê ji bo mamosteyên Kurdî gaveke girîng tê avêtin
Droneke din li asmanê Hewlêrê hat şikandin
Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gotegotekê red dike
Ehmed Şera û Guterres li Şamê civiyan: NY piştgiriya Sûriyeyê dike