Goreke komî li nêzî balafirgehê hat dîtin

.

Rayedarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, duh, roja Pêncşemê, 7ê Mijdara 2025an, ragihandin ku li zeviyeke çandiniyê ya nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê goreke komî ya nenas hatiye vedîtin cendekên çend kesan tê de ne.

Dîtin piştî rapora welatiyekî Sûriyeyî yê ku ji Holandayê vegeriyabû û li milkê xwe yê taybet li herêmê cendek dîtibûn, pêk hat. Li ser vê agahiyê, Wezareta Birêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan, bi hevkariya Lijneya Neteweyî ya Kesên Winda, tîmên xwe şandin cihê bûyerê.

Rêveberiya Parastina Dîjîtal a Sûriyê destnîşan kir ku di gorê de cendekên çend kesên nenas hatiye dîtin. Li gorî daxuyaniyên destpêkê, lêkolîn nîşan didin ku dibe ku qurbanî girêdayî dema hikûmeta Baesê (Esed) bin, lê ev agahî hîn bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin.

Tîmên awarte û yên dadweriyê di bin çavdêriya rayedarên dadwerî û Lijneya Kesên Winda de, dest bi xebatên kolandin û belgekirinê kirine. Rayedaran red kir ku hejmara cenazeyên hatine dîtin eşkere bikin, lê piştrast kirin ku hewldanên nasnameyê bi bikaranîna analîza DNA û rêbazên din ên dadwerî berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em êrîşa li ser pêşmergeyên PAK a Rojhilatê Kurdistanê protesto dikin
Baroyan daxuyanî da: Mafê destûrî yê welatiyan tê astengkirin
Van Hollen û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê Sûriye agirbestê biparêze
Li Dortmund jibo Rojava pêşandan û meşa bi hêrs û ji alî gelê Kurd helwestek eşkere ya li dijî komkujiyê
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk behsa dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê dike