Goreke din a bikomî li parêzgeha Kerkûkê hate dîtin

.

 Dezgeha Şehîdan a Iraqê ragihand, goreke bikomî li navçeya Hewîce ya parêzgeha Kerkûkê hatiye dîtin, tê texmînkirin ku termên keçên Êzîdî yên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin, tê de ne.

Serokê Dezgeha Şehîdan a Iraqê Ebdullah Naîlî ji rojnamevanan re ragihand, goreke bikomî li navçeya Hewîce hat dîtin û ew gor ji aliyê tîmeke teknîkî û endazyarî ve hat vekirin.

Da zanîn jî, “Lêkolînên destpêkê diyar dikin ku di nava wê de termên keçên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine kuştin, hene.”

Naîlî got jî, piştî vekirina gorê, ew ê term û paşmayên di gore de radestî beşa Bijîşkiya Dadwerî bikin, ji bo diyarkirina nasnameya qurbanîyan û qerebûkirina wan, ji ber ku ew qurbanîyên terorê ne.

Di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû û hezaran Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî revandibûn.  Piştî rizgarkirina Şingalê û derdora wê ji destê DAIŞê, bi dehan gorên komî yên qurbaniyên Êzîdî hatine dîtin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin