Gora dayika Selahedînê Eyûbî di bin gefa hilweşandinê de ye

.

 Gora dayika Selahedînê Eyûbî yê Kurdî ku di dîroka Kurdan û Îslamê de xwedî cihekî girîng e, li Misirê ji ber projeya çêkirina rê di bin metirsiya hilweşandinê de ye.

Welatiyê Kurd Îbrahîm Ezherî yê ku li Misirê dijî, di vîdeoyekê de ku ji Rûdawê re şandiye dibêje, gora dayika Selahedînê Eyûbî ku berî 800 salan hatiye çêkirin ji bo çêkirina rêyekê li Qahîreyê dê were hilweşandin.

Îbrahîm Ezherî got, “Ji ber ku ev avahî wek mîrateya dîrokî nehatiye tomarkirin, kompanyayeke girêdayî Îmaratê bi projeya çêkirina rê dê gorê hilweşîne.”

Îbrahîm Ezherî yê ku ev 8 sal in ji bo xwendinê li Misirê dijî her wiha anî ziman, “Li Misirê gelek cihên dîrokî hene ku wek mîrateya dîrokî nayên tomarkirin û winda dibin. Ev gor jî parçeyek ji dîroka Eyyûbiyan, xanedaneke mezin a Kurdan e û divê destûr neyê dayîn ku winda bibe.”

Dîroka gora dayika Selahadînê Eyûbî yê Kurdî, Melîke Xatûn û gelek gorên dîrokî tê de hene, ji dema berî êrîş û talanên Moxol, Osmanî û Memlûkan ve maye.

Îbrahîm Ezherî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî kir ku ji bo ku rêgiriya hilweşandina gorê bikin bi Hikûmeta Misirê re peywendiyê dayînin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’