Gola Wanê û Deşta Mûşê bûne hêlîna çivîkên koçber

.

Gola Wanê û Deşta Mûşê bi dehl û deviyên xwe ve ji bo çivîkên koçber dibin hêlîn.

Hewzeya Gola Wanê û Deşta Mûşê ku li ser guzergeha çivîkên koçber in, seranserî salê bi hezaran çivîkên cureyên cuda diezimînin.

Ew hewz û deşta ku ji hêla dehl û deviyan ve dewlemend in, ji rawestgehên girîng ên teyr û tûyên koçber in ku havînan berê xwe didin cihên honik û zivistanan jî berê xwe didin cihên germ.

Mirov li wê hewze û deştê çar demsalan jî dikare çavdêriya liv û tevgera gelek cureyên çivîkan bike ku  nesla gelek cureyan di bin xeterê de ye.

Gelek teyr û tûyên ku serdema kurk û derxistina cûcikan li vir derbas dikin, di hêlînên xwe yên li vir de heta payîzê dimînin.

Piştî ku serma dikeve erdê jî ev çivîk berê xwe didin herêmên germtir.

Ew teyr û tû her wiha li van deverên avî ji hêla wênehez, çavdêrên çivîkan û akademîsyenan ve tên qeydkirin.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin