Givaşên rejîma Îranê bo ser xelkê Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

.

Piştî bi rêveçûna çileyên şehîdên serhildanê li bajarê Ciwanroyê, rejîma Îranê bi armanca tirsandina xelkê û binçavkirina nûciwanan, hêzeke zêde bo wî bajarî şandiye.

Pêka nûçe û zaniyariyên ku bo malpera Kurdistanmedia”yê hatine şandin, hêzên serkutker ên rejîmê piştî serhildana seranserî ya gelên Îranê bi taybet gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, hêzeke zêde bi armanca serkut û binçavkirina xelkê bo bajarên Rojhilatê Kurdistanê şandine.

Piştî bi rêveçûna çileya şehîdên “Şoreşa Jîna”yê li bajarê Ciwanroyê û rawestana xelkê bivêr û azadîxwaz ên wî bajarî li hember hêzên serkutker, rejîma Îranê hêzeke zêde bo wî bajarî şandiye û bi şêwazek hovane, xelkê binçav dikin.

Di bajarê Ciwanroyê de hêzên rejîmê bi dom êrîş dikin ser malên welatiyan û tevî binçavkirina nûciwanên wî bajarî, li pey wan birîndaran digerin ku seredana nexweşxaneyan nekirine.

Di meşa vê serhildanê de hêzên rejîmê bi dom û bi awayê rasterast teqe li xelkê serhildêr ên Kurdistanê kirine û niha jî li pey wan birîndaran kevtine ku seredana nexweşxaneyan nekirine, lewma, bê hebûna her cure hincetekê, êrîşî ser malên welatiyan dikin û nûciwanan binçav dikin.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin