Girtiyekî din ê nexweş canê xwe ji dest da

.

 Girtiyê nexweş ê Kurd Abdullah Varişli canê xwe ji dest da.

Abdullah Varişli ku li girtîgeha navçeya Oltiyê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê girtî bû, bi salan e tedawiya penceşêrê werdigirt.

Li gorî nûçeya MAyê, doh xwîn ketiye nav hinavên Varişlî û tîmên tenduristiyê ew biriye Nexweşxaneya Zanîngehe Wanê.

Lê girtiyê Kurd, tevî hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest daye.

Cenazeyê Abdullah Varişli ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin û li gundê Emerînê yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat veşartin.

Li gorî raporeke Komeleya Mafên Mirov a Tirkiyeyê (ÎHD) sala 2022yan 78 û di 5 mehên despêka 2023yan de jî 15 girtiyên nexweş li girtîgehên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman raporê, li girtîgehan hezar û 517 girtiyên nexweş hene û rewşa 651 nexweşan giran e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle