Girtiyekî din ê Kurd li Tirkiyê canê xwe ji dest da

.

 Girtiyê nexweş ê bi navê Turgay Denîz ku ji navçeya Motkî ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belav bûne, îro 2ê Sibata 2022 girtiyê nexweş ê bi navê Turgay Denîz ku ji sala 2021ê ve di girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê de girtî bû, dema li nexweşxaneyê çareserî didît canê xwe ji dest da.

Li gor heman zanyariyan herdu pişikên Denîz bi temamî jinav çûbûn û ev 12 sal bûn bi cîhaza henasedanê dijiya, lê tevî vê rewşa wî ya giran a tendirustiyê hemû serlêdanên malbata wî yên ji bo berdanê ji aliyê rayedaran ve hatin redkirin.

Endama Komelaye Mefên Mirov (IHD), Nuray Çevîrmen li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê canjidestdana Turgay Denîz de peyamek belav kiriye û ragihandiye: “Girtiyê nexweş Turgay Denîz ku rewşa wî giran bû, dema entûbe bû derbarê wî de biryara berdanê hat dayîn û îro canê xwe ji dest da. Berdana li ber mirinê, ne berdan e.” 

Ev di demekê de ye ku li gor rapora dawî ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1605 girtiyên nexweş hene û rewşa 604 kesan ji wan metirsîdar e û di sala 2021ê de 59 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane.

Komeleya Mafên Mirov derbarê rewşa girtiyên nexweş de daxwazê ji hikumetê dike ku gav bên avêtin.

Malbatên girtiyan jî berdewam çalakiyan dikin û dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan, lê tevî vê yekê ti pêngav nayên avêtin û rojane hejmara canjidestdana girtiyên nexweş zêde dibe.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de