Girtiyê Kurd di 30 saliya xwe de kete girtîgehê, di 60 saliya xwe de jê derket

.

Girtiyê Kurd Abdulhamît Orbay ê ku di sala 1992an de di 30 saliya xwe de hatibû girtin, piştî 30 salan di girtîgehê de ma duh hat berdan.

Abdulhamît Orbay ku di 60 saliya xwe de azadiya xwe bi dest xist, di dema 30 salên girtina xwe de di girtîgehên Amed, Dîlok, Yozgat, Sêrt, Îzmîr, Siwêrek, Hîlwan, Xarpêt û Tekîrdagê de ma.

Abdelhamît Orbay ê ku li Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya wê demê dihat darizandin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn, li ber girtîgehê ji aliyê malbat, dost û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Orbay ê ku ji Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hat berdan, dê biçe Bismila Amedê cihê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye