Girtiya Kurd piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Ez vê azadiyê diyarî Qazî Mihemed dikim

.

Girtiya Kurd a Bakurê Kurdistanê  Mizgîn Aydin  piştî 30 salan ji girtîgehê derket û got “Min niha Ey Reqîb xwend û ez hatim vê derê. Ez vê azadiya ku piştî 30 sal hatiye diyarî Qazî Mihemed dikim. Heta yek hevalê me jî di girtîgehê de mabe ev azadî ne azadî ye.”

Roja 10ê Tebaxa 2022ê girtiya Kurd a bi nave Mizgîn Aydin piştî 30 sal ji mana girtîgehê, bi temambûna cezayê xwe ji girtîgeha girtî ya jinan a Gebzeyê ya li bajarê Kocaelî derket.

Aydin di sala 1992ê di temenê xwe yê 19 salî de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Amedê ve (DGM) bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bi 30 sal cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Ew duyem jina girtiye ku 30 sal ceza wergirtine û cezayê xwe tamem kiriye û ji girtîgehê derketiye.

Navborî di dema girtinê de bo girtîgehên Êlih, Sêwaz, Mêrdîn, Çeewlig û herî dawî girtîgeha Gebzeyê hatibû şandin û di dema girtîgehê de tevlî çandîn grevên birçîbûnê bûye.

Mizgîn Aydin di heman demê de yek ji girtiyên nexweş bû û di salên girtîgehê de çend neştergerî jî derbaskirine û niha jî çareseriya Penceşêra Sing dibîne.

Îro kesûkarên wê û hejmareke endamên saziyên civaka sivîl bi gul û tîliliyan li ber deriyê girtîgehê  pêşwazî li wê jina girtî ya Kurd kirin û dîmenên wê li ser torên civakî belav bûn.

Mizgîn Aydin ragihand dema ew derketiye wê yek ser sirûda “Ey Reqîb” xwendiye û got: “Ez vê azadiya ku piştî 30 sal hatiye diyarî Qazî Mihemed û şehîdên Sêdarê dikim.”

Aydin herwiha got jî "Heta yek hevalê me jî di girtîgehê de mabe ev azadî ne azadî ye. Divê hemû hevalên me yên li girtîgehî bên berdan."

Kurdistan Haberleri

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin
Îraq tedbîrên li ser sînorên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tund dike
Asayîşa Kurdistanê: Bazirganê madeyên hişbir ê navneteweyî hat girtin
Amedspor, ji tîmeke futbolê wêdetir: 'Îro cejna me Kurdan e'
PWKê LI BATMANÊ JENOSÎDA DERSÎMÊ (TERTELE) BIBÎRANÎ