Girtina rojnamevanan li Mêrdînê hat şermezarkirin

.

Şaxa Platforma Ked û Demokrasiyê ya parêzgeha  Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê  bi daxuyaniyekê girtina 16 rojnamevanan şermezar kir û got, “Hûn dê nikaribin rê li ber ragihandina rastiyê bigirin.”

Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê roja 16ê Hezîrana 2022an bi daxuyaniyekê  hevbeş girtina 16 rojnamevanên parêzgeha Amedê şermezar kirin.

Daxuyanî li ber avahiya şaxa Mêrdînê ya Konfedarasyonên Sendîkayên Kedkarên Dewletê  (KESK) hat dayîn.

Di daxuyaniyê de her wiha beşek ji nûnerên rêxistinên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Rêvebirê Sendîkaya Tarim Orkamê yê Şaxa Mêrdînê Yilmaz Zengîn daxuyaniya hevbeş xwend û diyar kir  kir ku desthilat ji bo ku krîza li navxwe ya Tirkiyê veşêrê êrişî hemû aliyên civakê dike û anî ziman, “Bi taybetî jî êrişî çapemeniyê û saziyên ragihandinê dike.”

Zengîn Ddiyar kir ku çapemeniya Kurdî bi salan e li dijî astengkirina mafê wergirtina nûçeyan têdikoşe û got, “Kedkarên çapemeniya Kurdî bi ti awayî serî li dijî van gefan natewînin û dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

16ê Hezîrana 2022an ji 20 rojnamevanên Kurd ku li parêzgeha Amedê hatibûn desteserkirin, 16 ji wan bi biryara serdozgeriya Amedê hatibûn girtin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin