Girtina 2 endamên PDK-Sê hat şermezarkirin

.

Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê (DAD) girtina du endamên Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) şermezar dike.

Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de, girtina endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Hisên Elî Silêman û endamê Komîteya Navendî ya heman partiyê Bilind Mihemed Mela, şermezar kir.

Rêxistina DAD, di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku “çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê” herdu endamên PDK-Sê girtine û daxwaza diyarkirina çarenivîsa wan û serbestberdana wan dike.

Li gorî heman daxuyaniyê, Hisên Elî Silêman jidayikbûyê 1966an e û bavê 6 zarokan e, sibeha Çarşemê 28-12-2022, derdora derdora 11:00, li ber Saziya Sotemeniyê li bajarê Dêrikê, ji aliyê hin çekdar ve hate revandin.

Weke ku di daxuyaniya Rêxistina DADê de hatiye; Bilind Mihemed Mela Ismaîl, jidayikbûyê 1984an e, endamê Ofîsa Sekretariya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat a Kurdistan – Rojava ye, bavê 3 zarokan e, roja 27-12-2022, derdora demjimêr 13:00, li bajarê Dêrikê hate revandin. Weke ku di daxuyaniya Rêxistina (DAD) de hatiye.

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt