Girêday daxuyaniya Hizba Demokrat û gotinên hevserokê PJAKê

.

Mihemedsalih Qadirî

Di daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de ku derbarê fayla dengî ya Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî de hatiye weşandin, em dibînin ku Partiya Demokrat bi çi baweriyeke kûr a siyasî û hesta berpirsiyariya neteweyî ve, çend xalên balkêş li ser axaftinên çewt û cihê gumanê ên hevserokê astnizim ê PJAKê wekî berçavroniyekê ji bo raya giştî ya Kurdistanê anîne ziman. Kes nikare înkar bike ku zikreşî û çewtekariyên hevserokê PJAKê li dijî dîroka bi dehan salan a tevgera rizgarîxwazî ya Rojhilatê Kurdistanê û sîmbolên wê yên neteweyî, ku bi cangorîtî û xwîna hezaran xortên nîştiman û ked û rondikên milyonan welatiyên Kurd hatiye tomarkirin, bûne sedema bêzariya xelkê Kurdistanê.

Di vê pêwendiyê de, rûyê axaftinên min ji bo rewşenbîr, akademîsiyen, nîştimanperwer, keç û xortên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi salan e bi niyeta xebata ji bo armancên neteweyî, bi her sedem û argumêntekê be, tevlî wê hêza dûvelank bûne ku bi salan e bi piştgiriya hêzên derweyî û dijberên Kurd, bi dirûşma xapanok a bi navê “civaka demokratîk”, mijûlî şêlûkirin û ji rê dûrxistina seterajiya tevgera Kurdistanê  û erzanfiroşiya serweriya netewî û nîştimanî ne û di heman demê de ji bo cîbecîkirina pilanên dagîrkeran, bi çandina tovê netifaqiyê di nav civak û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdidtanê de, mijûlî çêkirina fitine û şerfirotinê ne.

Di demekê de ku encamên şer û nakokî û guhertinên li Rojhilata Navîn, bingeha “Eniya Miqawimet” û xwediyê wê, Komara Îslamî ya Îranê têk û pêk daye û ber bi herifîna yekcarî ve diçin, ji bo tevgera Kurd derfetek dîrokî derketiye holê û hêz û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû cudahiyên xwe yên fikirî û hizirî, di hewlê de ne ku di vê rewşa hestiyar de ji bo parastina berjewendiyên bilind ên netewî û nîştimanî, yekîtî û têkoşîna xwe pêş bixin. Lê em dibînin hevserokê PJAKê, tevî gef û astengiyên dijminan, ew jî bi wan zikreşî û kîneyên xwe yên ku pê hatine raspartin! dixwaze di pêşbirkêya xweşxizmetiya ji bo neyaran de pêşeng be, da ku tevgera rizgarîxwazî ya Rojhilatê Kurdistanê têk bibe.

Di rewşeke wisa de, piştî hemû çewtî û şiroveyên şaş û tovê dubendiyê yên hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî, hewce ye ku ew beşa rewşenbîr, akademîsyen, keç û xortên Rojhilatê Kurdistanê ku bi salan e ji ber siyasetên çewt û bi guman ên vê saziya dûvelank, rastî veqetandinek kûr ji civak û malbatên xwe hatine, êdî dema wê ye dest bixin ser wîjdana xwe ya netewî û nîştimanî û wekî erkek wîjdanî û exlaqî di pêxema çarenivîsa netewî û nîştimanî de, li hember naveroka siyaseta PJAKê a dijî nirx û armancên netewî bertek û helwêsta xwe nîşan bidin û bi dûrketin ji wê saziyê, rûmet û kerameta xwe xwe ji şermezariya gel û nîştiman û dîrokê rizgar bikin.


10.11.2025

Amerîka Haberleri

Trump gef li Efxanistanê xwarin: ‘Tiştên xirab dê biqewimin!’
Keşfeke bi sir li Amedê: Di goristaneke kevnar de hestiyên 160 zarokan hatin dîtin
Trump û Putin civîna xwe wekî ‘berhemdar’ û ‘erênî’ bi nav dikin
Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand
Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin