Girê Spî: Tirkiyeyê 12 koçber dersînor kirin

.

Hikûmeta Tirkiyeyê 12 koçberên Sûriyeyî bi rêya Deriyê Girê Spiyê dersînor kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Tirkiyeyê 12 koçberên Sûriyeyî radestî Artêşa Nîştimanî ya opozîsyonê kirin.

Li gorî zanyariyan ew 12 kes berî çend rojan bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bûbûn û di nav wan de ciwanek bi guleyên cendirmeyan birîndar bûbû.

12 koçberên Sûriyeyî niha di destê Artêşa Nîştimanî ya opozîsyonê de ne û girtî ne.

Ji destpêka tebaxê ve cendirmeyên Tirkiyeyê 4 caran koçberên Sûriyeyî yên ku bi qaçaxî derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne dersînor dike.

Tirkiye van koçberan li Girê Spiyê radestî Artêşa Nîştimanî ya opozîsyonê dike.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin