Girê dîrokî yê Amîdayê 3 caran hatiye şewitandin

.

Girê Amîdayê yê li navçeya Sûrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, girekî dîrokî ye û li gorî hinek çavkaniyan dîroka wê heta beriya 9 hezar salan diçe û wekî dilê Amedê tê binavkirin.

Kolandinên li Girê Amîdayê ji 2018an ve destpê kirine û heta niha çend parçe şûnwarên dîrokî hatine dîtin.

Di encama pişkinîna nimûneyên ku ji 3 tebeqeyên cuda hatine wergirtin, piştrast bûye ku ew cih 3 caran şewitiye.

Cara yekem 5 hezar salan berî zayînê şewitî ye.

Kolandinên ku li Girê Amîda têne kirin, ji bo geşbûna turîzma navçeyê jî girîng in.

Serokê Tîma Kolandinê Îrfan Yildiz got:

“Nêzîktirîn tebeqeya şewitî di dîrokê de vedigere şeş hezar û 764 sal berî zayînê.

Tebeqeya duyem vedigere 5 hezar û 721 sal berî zayînê û tebeqeya sêyem vedigere 5 hezar û 518 sal berî zayînê.

Tebeqeya dawî jî vedigere 5 hezar sal berî zayînê.”

Amedê bi dêrêjahiya hezaran sal mêvandariya çend şaristaniya kiriye.

Kolandin dîrokê ronî dike

Kolandin ronahiyê dixin ser dîroka şaristaniya navçeyê.

Îrfan Yildiz herwiha got:

“Di belgenameyan de dibînin ku çar koşkên cuda li vê derê hebûn.

Niha em li koşkên serdema Roma û Artukluyê kolandinê dikin, wate ew koşkên di serdema Romayiyan de hatine çêkirin û di serdema Artukluyê de hatine nûjenkirin, li tebeqeyên xwartir koşka Asuriyan û Koşka Huriyan hene.

Di kolandinên din de digihin paşmayên wan koşkan.”

Kolandinên ku li Girê Amîda tên kirin, ji bo geşbûna geştyariya navçeyê jî girîng in.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire