GGC: Em midaxeleya li Rawîn Stêrk şermezar dikin

.

Cemiyeta Rojnamegeran Başûrrrojhilat (GGC) bi daxuyaniyekê midaxeleya hêzên ewlehiyê ya li Rawîn Stêrk şermezar kir.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk êvara 21ê Kanûna Paşîn li Stenbolê dîmenê midaxeleya hêzên ewlehiyê ya li ciwanekî bi telefona xwe tomar dikir.

Polîsan midaxeleyî Rawîn Stêrk kir û nehiştin dîmen tomar bike.

GGCyê eşkere kir ku endamê GGCyê û nûçegihanê Rudawê yê Stenbolê Rawîn Sterk Yildiz, dema ku hêzên ewlehiyê kesek xistibûn erdê û midaxeleyî wî dikirin, wî xwest bi nasnameyê xwe ya rojnamegeriyê bûyerê tomar bike lê polîsan rê li ber wî girtin.

“Çapemenî erkekî girîng bi cih tîne”

GGCyê di berdewamiyê de wiha got:

“Di wê demê de, tevî ku kurê wî yê 7 salî li cem wî jî bû, rastî astengî û midaxeleya hêzên ewlehiyê hat.

Çapemenî, ji bo agahdarkirina civakê û gihîştina zelal a bûyeran erkeke girîng bi cih tîne.

Ev maf ku bi destûr û peymanên navneteweyî hatiye parastin, mixabin carinan rastî astengiyên fizîkî tê.

Wekî Komeleya Rojnamevanan a Başûrrojhilat, em midaxeleya li hemberî endamê me Rawîn Sterk Yildiz şermezar dikin.

Em piştgiriya xwe ya hiqûqî û pîşeyî ya li dijî vê midaxeleya li ser azadiya çapemeniyê bi hêz tînin zimên.

Em ji hêzên ewlehiyê hêvî dikin ku di midaxeleya li hemberî rojnamevanan de helwesteke hesas û li gorî hiqûqê nîşan bidin.

Her wiha, em bang li rayedaran dikin ku ji bo dubarebûna bûyerên bi vî rengî gavên pêwîst biavêjin.

Divê neyê jibîrkirin ku azadiya çapemeniyê yek ji bingehên herî girîng ên demokrasiyê ye.

 Zextên bi vî rengî li ser rojnamevanan ne tenê zerêrê dide xebatên pîşeyî, her wiha rasterast bandorê li mafê agahdariya civakê jî dike.”

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc