GEVER - Ji ber ku leşkerî nekirine li birayên astengdar ceza hat birîn

.

Li gundê Xalanê yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jineke bi navê Maşallah xanim neçar e ku li 5 zarokên xwe yên nexweş û astengdar binêre.

Eşref, Macid, Fatîh û Nurcan bi temamî ji pêyan ketine û qet nikarin bimeşin.

Keça wê ya biçûk Rojbîn jî tevî ku hîn dimeşe, rewşa wê her ku diçe xirabtir dibe.

Li aliyekî êşa zarokên nivîşkan, li aliyê din jî xema cezayê leşkerî li ser milên vê jina Kurd bûye barekî giran.

Ji ber ku kurên wê leşkerî nekirine, hem cezayê pereyan li wan hatiye birîn, hem jî mûçeya refaqetê ya dayika wan hatiye qutkirin.

Li leşkeriyê bi nexweşiya xwe hisiya

Eşref Çelikê astengdar wiha behsa destpêkirina nexweşiya kir, "Rojekê em çûn werzişê, min nekarî baz bidim.

Lingên min li hev ketin. Min nedikarî wekî hevalên xwe yên leşker baz bidim."

"Ez nikarim rabim û derkevim"

Fatîh Çelîkê astengdar rewşa xwe wiha tîne zimên:

"Ez nikarim rabim û derkevim. Dema hevalên min tên, kêfa min gelek xweş dibe. Dibêjin, 'Were derve'.

Ez jî dibêjim, 'Ez nikarim derkevim, pêyên min diêşin.' Ji bo min neştergerî hate kirin, lê piştî wê êdî ez qet nikarim rabim û bilivim."

"Ji min re got êdî tu nikarî rabî ser pêyan"

Macid Çelîkê astengdar jî got, "Rojekê serê sibê ez rabûm, min dît ku ez nikarim rabim ser pêyan.

Min gazî diya xwe û birayên xwe kir. Ew hatin û min ji wan re got, 'Ez nikarim rabim ser pêyan.'

Wan xwest milên min bigirin û min rakin lê dîtin ku nabe û got, 'Êdî tu nikarî rabî ser pêyan.'"

Êşa dayika her sê birayan, Maşallah Xanim, tenê bi astengdarbûna kurên wê bi sînor nemaye.

Wê hevjînê xwe 20 sal berê ji ber nexweşiyê ji dest daye û ji bilî her sê kurên xwe, keça wê Nurcan jî astengdar e.

Metirsî heye ku keça din, Rojbîn jî, bi heman nexweşiyê bikeve.

Nurcan Çelîka astengdar got "Bavê min, dema ez biçûk bûm, mir.

Birayê min ez dibirim dibistanê, diya min nan dipat. Diya min êdî pir diwestiya."

Wekî ku ev hemû êş û xem têrê nekin, herî dawî ji ber ku kurên wê yên astengdar leşkerî nekiriye, cezayê pereyan li malbatê hatiye birîn û di heman demê de mûçeya refaqetê ya Maşallah Xanimê jî hatiye qutkirin.

"Ji ber leşkeriyê ceza li kurê min hat birîn"

Dayika zarokan Maşallah Çelîk wiha dibêje: "Ji ber leşkeriyê ceza li kurê min hatibû birîn.

Min nekarî bidim, lewma min daxwaznameyek radestî saziyan kir.

Di vê navberê de mûçeya refaqetiyê jî qut kirin. Bê mûçe ez nikarim debara wan bikim."

Maşellah Xanimê ji bo 5 zarokên xwe yên nexweş, heta niha gelek caran ji bo alîkariyê daxwaz ji saziyên hikûmetê û xêrxwazan kiriye lê li gorî gotina wê, heta niha dengê wê nehatiye bihîstin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokê Giştî yê PWKyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat Pîroz Kir
Neviyê Şêx Seîd: Pirsgirêka Kurdan a herî mezin, nebûna yekîtiyê ye
Îran: Divê Amerîka û Îsraîl wek destpêkerên şer bên naskirin û qerebûyê bidin
Amerîkayê axaftina rayedarên Îranî bi dest xist: 'Wêraniya li tesîsan kêmtir e'
Tirkiye û Sûriyeyê li hev kir: Veguhastina bejahî dest pê dike