Geştên trênê yên Diyarbekir – Êlihê bi wagonên nû sibe dest pê dikin

.

Wezîrê Gihandin û Jêrxanê yê Tirkiyê ragihand, bi armanca zêdekirina konfora geştên trênê, 4 wagonên nû yên bi kapasiteya 262 rêwî, sibe dest bi geştên xwe dikin.

Wezîrê Gihandin û Jêrxanê yê Tirkiyê Adil Karaismailoglu bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, geştên trênê yên Diyarbekir – Êlihê bi wagonên nû dest pê dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, bi armanca zêdekirina konfora geştên trênê, 4 wagonên nû yên bi kapasiteya 262 rêwî, sibe dest bi geştên xwe dikin.

Herwiha hat eşkerekirin, trêna geştên Diyarbekir – Êlihê bi piranî ji aliyê rêwiyên ji bo perwerdehî, kar û betlaneyê têne bikaranîn.

Li ser hejmara rêwiyên ku trêna navbera Diyarbekir – Êlihê bi kar tînin, diyar kir; di sala 2019an de 225 hezar, di sala 2020an de 45 hezar, di sala 2021ê de 79 hezar û di çaryeka ewil a sala 2022yan de jî 44 hezar rêwiyan bi vê trênê geştên xwe encam dane.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle