Geştên rasterast di navbera Hewlêr-Atînayê de dest pê kirin

.

Hate ragihandin ku geştên asmanî yên rasterast di navbera Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û Balafirxaneya Navdewletî ya Atînayê de, îro li saet 04.00ê sibehê dest pê kirin.

Balafira yekem a rêwiyan îro 23yê Sibatê danê sibehê ji Atînayê gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ku tê de 97 rêwî hebûn. Piştre jî geşta din ji Hewlêrê bi 98 rêwiyan ber bi Atînayê ve birê ket.

Rêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji medya Kurdistanê re ragihand, wê heftane du geştên asmanî di navbera Hewlêr û Atînayê de bên kirin. 

Hêjayî gotinê ye, di navbera Herêma Kurdistanê û 21 welatan de geştên rasterast asmanî têne kirin. Atîna, paytexta herî nêzîk a Ewropa bo Herêma Kurdistanê ye ku îro yekem geştên rasterast dest pê kirin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê