Gergerlioglu: Divê zilm û qirkirina KHKê yekser bi dawî bibe

.

 Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu 19ê Cotmeha 2021ê li Parlamentoya Tirkiyê du belgeyên derbarê kesên ku bi Biryarên Di Hikmê Qanûnê (KHK) de ji kar hatine dûrxistin, eşkere kirin û got: “Ev belgeyên hetîketiyê ne.”

Omer Faruk Gergerlioglu di axaftina xwe ya li parlamentoyê de amaje bi wê yekê kir ku derbarê kesên bi Biryarên Di Hikmê Qanûnê (KHK) de ji kar hatine dûrxistin bi hezaran belgeyên hetîketiyê bidest xistine û kesên dixwazin dikarin derbarê van belgeyan de lêkolînê bikin.

Gergerlioglu got, “Di destê min de du belgeyên skandal hene. Ev mijar bu mijara nûçeyan jî. Yek bersiva Serokatiya Şaredariya Pendikê ye ku daye dadgeha îdarî û yek jî biryara dadgeha îdarî ye. Ev belge û biryar derbarê kesekî de ye ku ji ber deng û piştgirî daye HDPê çawa bi endamtiya FETOyê hatiye tawanbarkirin. Ji ber ev kes beşdarî xebatên HDPê bûye dadgeha îdarî biryar daye. Biryar wiha ye, ji ber FETO ferman daye ku hemû kes ji xeynî AK Partiyê piştgiriya partiyên din bikin û vî kesî jî dengê xwe daye HDPê, wê demê ev yek nîşan dide ku ev kes endamê FETO ye. Kesên bixwazin dikarin derbarê van belgeyan de lêkolînê bikin. Ev belgeyên skandal in ku çawa bi sedan kes bi Biryarên Di Hikmê Qanûnê (KHK) de ji kar hatine dûrxistin. Bi hezaran ji van belgeyan di destên me de hene.”

Wî parlamenterê HDPê herwiha li ser hesabê xwe yê Twitterê jî peyamek belav kir û got: “Divê zilm û qirkirina Biryarên Di Hikmê Qanûnê (KHK) yekser bi dawî bibe.”

Kurdistan Haberleri

MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın seredana Herêma Kurdistanê kir