Gera heştan a civînên Komîteya Destûra Sûriyê dest pê kir

.

 Gera heştan a danûstandinên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê duh Duşembiyê 30ê Gulana 2022an li Cenevê destpê kir, û ew civîn dê heya 3 meha bihê berdewam bin

Vê carê her aliyek hinek pêşniyaran pêşkêş dike, weke parastina saziyên dewletê, serweriya destûrî û gelek mijarên din.

Roja dawiyê jî dê xalên ku dikarin li ser wan li hev bikin û di navbera aliyan de hevbeş in bêne gotûbêjkirin.

Di 7 gerên derbasbûyî de heya niha aliyên beşdar nikaribûn tenê madeyeke destûrê jî binivisînin.

Endamekî şanda opozisyonê ji Rûdawê re got, eger vê carê jî ti pêşketineke çênebe, wê tiştên din derkevin.

Mijarên gera 8an a civînên Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê ev in: Tedbîrên neçarî yên tekalî, parastina saziyên dewletê, dadweriya veguhêz, serweriya destûrî û gotûbêjkirina xalên hevbeş.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin