Generalê ku pesnê Pêşmerge dabû, bû Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê

.

General Michael Eric Curilla ku di Kongresa Amerîkayê de pesnê Pêşmergeyan dabû, weke Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê hat hilbijartin.

Di merasimeke li Florîdayê, General Curilla roja Yekşemê 3ê Nîsana 2022an wek Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê hat destnîşankirin.

Li gor zanyariyan, Curilla di 1ê Sibatê de ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve ji bo posta Fermandarê Fermandariya Navendî hatibû berbijêrkitin û roja Yekşembê li şûna General Kenneth McKenzie hat diyarkirin.

Hêjayî gotinê ye, Michael Eric Curilla, ji sala 2004an vir ve bi Kurdan û Pêşmerge re di nava têkiliyê de ye. Curilla di 08.02.2022an de di Kongreya Amerîkayê li ser Hêza Pêşmerge wiha gotibû: “Min bi hevkarên xwe yên Kurd re kar kiriye û ji min re îsbat bûye ku ew cihê baweriyê û jêhatî ne. Sala 2004 di serdana xwe ya yekem a Iraqê de û herî dawî jî di sala 2014an de di şerê li dijî DAIŞê de ez bi wan re xebitîm. Min dît ku ew hevbeşên gelek cihê baweriyê û jêhatî ne.”

Herwiha li ser dosyeya Îranê de Eric Curilla destnîşan kir,  Îran “di warê çêkirina aloziyan de li Rojhilata Navîn hokarê sereke û hejmar yek e.”

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî