Gelecek Partîsî,PSK, TDK-TEVGER li Amedê ji bo pîroz kirina Cejna Qurbanê seredana PAKê kirin

.

Gelecek Partîsî,PSK, TDK-TEVGER li Amedê ji bo pîroz kirina Cejna Qurbanê seredana PAKê kirin

Heyetên Gelecek Partîsî,PSK, TDK-TEVGERê rojên 11.07.2022 û  12.07.2022yê li Amedê seredana PAKê kirin û cejna PAKîyan pîroz kirin.


Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba û rêvebirên PAKê pêşewazîya heyetên Gelecek Partîsî,PSK, TDK-TEVGERê kirin, ji ber vê seredanê spasîya xwe anîn ziman û wan jî cejna her sê partî û tevgeran pîroz kirin.

Heyeta Gelecek Partîsî ji Serokê Teşkîlata Amedê ya Gelecek Partîsîyê Aydin Altaç û rêvebirên partîyê pêk hatibû.

Heyeta PSKyê ji endamê Meclîsa PSKyê û Serokê Teşkîlata Amedê ya PSKyê Hîdayet Fîdan, endamên Meclîsa PSKyê Vedat Dede û Ahmet Kilil pêkhatibû.

Heyeta TDK-TEVGERê ji Cano Amedî,Yûsûf Aydin, Îsmaîl Ay pêkhatibû.

12.07.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin