Gefxwarinên rêjîmê li welatiyan li Rojhilatê Kurdistanê berdewam e

.

Li berdewamiya banghêjkirina welatiyan bo navendên ewlehî yên rêjîmê û gefxwarin li wan, vê carê malbateke xelkê bajarê Mihabadê û welatiyekî xelkê bajarê Selmasê, hatine banghêjkirin.

Pêka rapora “Mafê Mirovî yê Kurdistanê” yekeya stada xeberî ya Îtilaat rêjîmê li bajarê Mihabadê, “Hacer Amiya” bo vê îdareya îtilaat rêjîmê banghêj kirine û piştî çendî demjimêr lêpirsînê, gefa binçavkirina tevahiya malbata vê kirine.

“Hacer Amiya” hevjîna “Qadir Xeramanfer” ê girtiyê siyasiyê berê ye ku piştî 53 roj ji binçavkirina wî ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê, hêj qedera wî bi nerohnî maye û ji mafê parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, bêpar bûye.

herwisa Kolber News”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku roja Yekşemî 14ê Rêbendana 1403 a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê “Yawer Hemîdzade” naskirî bi “Zubêd” ê xelkê gundê “Lîlos”ê ser bi bajarê Selmasê ji aliyê îdareya îtilaat a rêjîmê ve hatiye banghêjkirin û piştî çendîn demjimêr lêpirsînê, gef li navbirî xwarine.

Ev duyemîn banghêjkirina navbirî li çend heyvên derbasbûyî de ye ku navbirî bo îdareya îtilaat a rêjîmê tê banghêjkirin û vê carê, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê dest bi ser pasporta navbirî de jî girtine.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc