Fuad Husên û Hakan Fîdan hinartina petrola Kurdistanê gotûbêj kir

.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê gotûbêj kir ku ji sala 2023yan ve hatibû rawestandin.

Hevdîtina Fuad Husên û Hakan Fîdan di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de li Stenbolê pêk hat.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, her du alî li ser lezandina hevahengiya teknîkî û îdarî ya ji bo ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê li hev kir.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Îraq di vê pêvajoyê de ji bo hevkariyê amade ye û divê pêvajo bi berçavgirtina berjewendiyên her du welatan bê meşandin.

Hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê 25ê Adara 2023yan hatibû rawestandin.

Piştî amadekirina yasaya bûdceyê ya 17ê Sibata 2025an, ji bo ku ji nû ve hinartina petrolê dest pê bike zemîneke yasayî çêbibû.

Krîza avê hat rojevê

Mijareke din a girîng ku di hevdîtinê de hatiye rojevê, kêmbûna rljeya ava ku ji çemên Dîcle û Firatê diherike Herêma Kurdistanê û Îraqê bû.

Aliyê Iraqê diyar kir ku ava ku ji Tirkiyeyê tê bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Fîdan jî tekez kir ku dê derbarê mijarê bi saziyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê re gotûbêj bike û dê li gorî berjewendiyên her du welatan li çareseriyê bigerin.

Li gorî Wezareta Çavkaniyên Avê ya Îraqê, îsal ji sedî 40ê ava çemên Dîcle û Firatê gihiştiye Îraqê.

Ewlehiya herêmî jî hat nirxandin

Her wiha her du wezîran şerê di navbera Îran û Îsraîlê de jî nirxand.

Bandorên gengaz ên ji ber armancgirtina tesîsên nukleerî yên li Îranê li ser ewlehiya herêmê hatine nirxandin û her du aliyan helwestên xwe yên ji bo parastina aramiya herêmî parve kirine.

Kurdistan Haberleri

Trump ji Îran û Îsraîlê re: Agirbestê binpê nekin
Donald Trump: Çima rejîm neyê guhertin?
Xiristiyan dibêjin ku êrişa li Şamê ne êrişeke ferdî ye û parastinê dixwazin
Hevpeymaniya Xiristiyanan a li Herêma Kurdistanê êrîşa li ser dêra li Şamê şermezar dike
Almanya, Fransa û Îngilîstan ji Îranê re: Vegere ser maseya danûstandinan