Fuad Husên: “Kurd şerê digel xwe nake”

.

Roja Şemî 23ê Rezberê, şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperestiya “Rêber Ehmed” û ya Îraqê jî, bi serperestiya Şêwêrmendê Ewlehiya Îraqê “Qasim E`irecî” serdana Îranê kirin ku girîngtirîn kombûna wan digel Wezêrê Derve yê rejîma Îranê “Husênemîr  Ebdullahiyan” bû.

Di vê kombûnê de bi hûrî behs li ser êrîşa bo ser binke û bargehên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin û di vê kombûnê de rejîma Îranê daxwaz kiriye ku binke û bargehên hizbên Rojhilatê Kurdistana Îranê bêne bêne komkirin û çekkirin.

Ew daxwazên rejîma Îranê ji aliyê “Rêber Ehmed” ve hate redkirin û navbirî got: “Ew daxwaza we daxwaziyek hêsan nîne, çimkî hatina hizbên Rojhilatê li serdema hikûmeta Herêma Kurdistanê de nebûye û li serdema hikûmeta berê ya Îraqê de bûye.”

“Rêber Ehmed” ku di vê kombûnê de bi kurdî bersiv dida, axavtinî wî ji aliyê wergêrek Ereb ve dihatine wergêrankirin, ku wergêr navê terorîst bo hizbên Rojhilatê bi kar anîbû, û Rêber Ehmed her zû bertekê xwe nîşan dide û dibêje: “Min negotiye terorîst, ew terorîst nînin, ew hêzên Kurdî ne”.

Herwisa Wezîrê Derve yê Îraqê “Fuad Husên” ku di kombûneke din de beşdarî kiribû, rejîma Îranê dîsan gef li hizbên Rojhilatê Kurdistanê dixwe û daxwaz dike ku bargehên wan bêne çolkirin; di bersivê de “Fuad Hisên” vê yekê red dike û dibêje: “Careke din hêzên Kurdî, li hember hêzên Kurdî şer nakin”.

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be