Fuad Husên: Ji ber naskirina jenosîda Êzdiyan em spasiya Almanyayê dikin

.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji bo naskirina Jenosîda Kurdên Êzdî spasiya Parlamentoya Almanyayê kir.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock serdana Bexdayê kir û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên rê hevdîtinek pêk anî.

Fuad Husên û Annalena Baerbock civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku çekên ji cura Mîlan ên ku Almanyayê şandibûn, di şerê li dijî DAIŞê de roleke girîng lîstine.

Husên di civîna çapemeniyê de bal kişand ser girîngiya têkiliyên Berlîn-Bexdayê û got “Çekên Milan yên Alman di paşvexistina êrîşên DAIŞê de, bi taybetî êrîşên tankan de, roleke girîng lîstin.”

Herwiha Husên da zanîn ku Elmanya beşdarî xebatên ji nû ve avakirina Iraqê bûye û dibêje “Em spasiya Hikûmeta Almanyayê dikin ji bo hevkariya wan di proseya avakirina bajarên ku ji ber şerê li dijî DAIŞê wêran bûne.”

Parlamentoya Almanyayê di 19ê Çile de Jenosîda Kurdên Êzdî qebûl kiribû. Wezîrê Derve yê Iraqê amaje bi vê mijarê kir û got “Em spasiya Parlamentoya Federal a Alman dikin ku binpêkirinên li dijî Êzdiyan di kategoriya jenosîdê de nirxand.”

Husên li ser rola kompaniyên Alman ên li Iraqê di aboriya Iraqê de nirxandinan kir û wiha berdewam kir “Em dupat dikin ku pêwîstiya Iraqê bi şiyana Almanyayê heye ji bo avakirina aborî û jêrxaneyan.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt