Fransayê ji bo ewlehiya Tengava Hurmizê keştiya Charles de Gaulleyê xist nav liv û tevgerê

.

Serokkomariya Fransayê ragihand ku ji bo ducare misogerkirina azadiya bazirganiya deryayî û azadiya deryavaniyê ya li Tengava Hurmizê, keştiya balafirhilgir Charles de Gaulleyê ber bi başûrê Deryaya Sor ve bi rê ketiye.

Di daxuyaniya Serokkomariya Fransayê ya de hat eşkerekirin ku ev keştiya mezin a ku sembola hêza deryayî ya Fransayê ye, niha di Kanala Suweyşê re derbas dibe.

Ev gava birêvebiriya Parîsê di demekê de tê ku aloziya şer li Rojhilata Navîn gihîştiye lûtkeyê û Tengava Hurmizê ji ber şerê di navbera Amerîka û Îranê de hatiye girtin.

Koşka Elyseeyê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku şandina keştiyê ya herêmê peyameke zelal a ji bo hemû aliyan dihewîne û hat gotin:

"Ev gav ne tenê nîşana amadehiya me ya ji bo parastina ewlehiya Tengava Hurmizê ye, her wiha nîşan dide ku şiyana me ya temam heye ku em vî erkî bi serkeftî bi cih bînin."

Ev liv û tevgera leşkerî wekî beşek ji plana "hêza deryayî ya hevbeş a navneteweyî" tê dîtin ku Parîs û London bi hefteyan e li ser dixebitin ku rê li ber xetimîna bazirganiya cîhanî bigirin.

Girtina Tengavê heta niha bi milyaran dolaran zerer gihandiye aboriya Ewropa û cîhanê.

Çi bûbû?

Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê yên 28ê Sibatê, birêvebiriya Tehranê bi mûşek û dronan bersiv dabû hinek armancên li welatên cîran.

Îranê di roja duyem a şer de Tengava Hurmizê ya stratejîk ji trafîka deryayî re girt û di vê demê de Tengav tenê rojekê vekirî ma.

Rayedarên Tehranê ragihand ku wan di bersiva dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê de tengav girtiye.

Rayedarên Îranî li ser vê mijarê anî ziman, "Ev korîdor dê an ji her kesî re vekirî be, an jî ne ji kesî re."

Kurdistan Haberleri

Kurdên li diyasporayê ji bo perwerdeya li Rojavayê Kurdistanê ketin nava tevgerê
Doza JÎTEMê ya Kerboranê bi hinceta ku 'dema wê boriye' hat betalkirin
Heyeta PWKê li Parîsê civînên siyasî kir
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye: Em dê rûpeleke nû vekin
TUÎK: Xwekuştinên li Tirkiyeyê gihîştine asteke metirsîdar