Fransayê 35 welatiyên xwe ji kampa Holê wergirtin

.

Wezareta Derve ya Fransayê 35 welatiyên Fransî ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand, di çaremîn operasyona bi heman rengî de, wan 10 jin û 25 zarok ji kampa Holê vegerandin.

Diyar kir jî, zarok radestî yekîneyên taybet ên çavdêriya zarokan tên kirin, jin jî dê radestî desthilata dadweriyê bên kirin û tedbîrên pêwîst li hember wan dê bên girtin.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê û dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Fransa ji ber hêdîbûna vegeradina welatiyên xwe ji kampa Holê, gelek caran ji aliyê saziyên navdewletî ve rexne lê hatiye girtin.

Heta niha Fransayê di operasyona yekem a havîna 2022an de, 16 jin û 35 zarok, pişt re jî di operasyoneke din a di Cotmeha 2022an de 15 jin û 40 zarok, di operasyona sêyem a di Çileya borî de jî, 15 jin û 32 zarokan vegerandine.

K24

Kurdistan Haberleri

Siyamend Haco: Şam ji bo diyalogê ne amade ye û Rêveberiya Xweser jî hevpariyê qebûl nake
Brîtanya: Piştî têkçûna DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi Heşda Şeibî nemaye
Rêberê Durziyan spasiya Trump, Îsraîl û Rêveberiya Xweser kir
HSDyê hişyarî da: 'Êriş peymana bi Şamê re dixin metirsiyê'
Baroya Şirnexê: Me li hemberî birîna daran 8 hezar îmze kom kirine