Fransa û Îran li Lûtkeya Bexdayê bersiva hevdû didin

.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi awayekî nerasterast, Îran bi derxistina aloziyê li Iraq û navçeyê tometbar kir, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Husên Ebdullahiyan jî heman tomet arasteyî Serokomarê Fransayê kir.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi awayekî nerasterast, Îran bi derxistina aloziyê li Iraq û navçeyê tometbar kir. Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Husên Ebdullahiyan jî heman tomet arasteyî Serokomarê Fransayê kir û bi awayekî nerasterast bersiva hevdû dan.

Emmanuel Macron û Emîr Husên Ebdullahiyan li hola civînê ya Konferansa Lûtkeya Bexdayê ku li welatê Urdinê birêve diçe, amade bûn û gotara xwe pêşkêş kirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe de parastina serweriya Iraqê dubare kir û daxwaza bidawîanîna destwerdana karûbarên navxweyî yên Iraqê kir.

Macron di destpêka konferansê de ligel balkişandina ser asayîşa navçeyê û bi taybetî ya Iraqê, ragihand: “Aliyên ku li Yemen û Lubnanê bûne sedema kêşeyan, heman siyasetê li Iraq û navçeyê peyrew dikin.”

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Husên Ebdullahiyan jî di konferansê de li hember axaftinên Serokomarê Fransayê diyar kir: “Nabe li axa welatên me yên dost û bira, gef li ti welatekî were xwarin, em di wê baweriyê de ne ku kêşeyên navçeyê tenê bi rêya gotûbêja navbera welatan têne çareserkirin.”

Emîr Husên Ebdullahiyan di axaftina xwe de bi awayekî nerasterast bersiv da gotinên Emmanuel Macron ên li ser parastina asayîş û serweriya Iraqê û got: “Mijara asayîşê bi hemû welatan ve girêdayî ye, nabe hemû hewldan ji bo neseqamgîrkirina welatekî were dayîn û li aliyê din hewl ji bo seqamgîriya welatekî din were dayîn.”

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin