Fransa: Em hêvî dikin Şam sozên bo Kurdan bicih bîne

.

Nûnerê Fransa yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jerome Bonnafont, di civîneke li NY de ragihand, ew hêvî dikin rêveberiya Ehmed Şera ya Şamê sozên xwe yên ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re bicih bîne.

Bonnafont got, pêkanîna sozên derbarê Kurdan de hatine ragihandin, ji bo parastina yekbûna Sûriyê û aramiya wê derfetek e.

Jerome Bonnafont, di heman dema rewşa aloz a Rojhilat Navîn de divê ked were dayîn da ku qonaxa veguhêz a Sûriyê were parastin.

Nûnerê Fransayê herwiha xwest, wekheviya di navbera pêkhateyan de misoger bike û ji tolhildan û cudahiya nijadî dûr bikeve.

Afrîka Haberleri

Trump: Pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye
Endamên YNKê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de li dijî biryara partiya xwe derketin
Wezareta Çandiniyê: Bexda bi wekhev li cotkarên Kurdistan û Iraqê nanêre
Parêzgarê Kerkûkê tê guhertin
Berdevkê Serokatiya Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser namîne