Fransa: Divê hevpeymanên me yên Kurd li Sûriyeyê bên parastin

.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noil Barrot dibêje: “Divê hevpeymanên me yên Kurd li Sûriyeyê bên parastin.”

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noil Barrot îro 18ê Berçile ji ajansa “Reuters” re ragihand: “Divê hevpeymanên me yên Kurd li Sûriyeyê bên parastin û HSD bibe beşek ji veguhertina siyasî li Sûriyeyê.”

Da zanîn jî: “Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re tekezî li ser pêwîstiya tevlîkirina Kurdên Sûriyê di proseya siyasî de kiriye.”

Barrot got: “Em kar ji bo gihîştina lihevkirinekê di navbera Tirkiye û Kurdên Bakurê Sûriyê de dikin.”

Wezîrê Derve yê Fransayê tekezî li ser wê yekê kir, “Divê şerê li Minbic û Kobanê demildest bê rawestandin.”

Wezîrê Derve yê Fransayê da zanîn jî: “Em ê di meha Çile de li ser rewşa Sûriyeyê bi hevalbendên xwe yên Ereb, Tirk û Rojava re civînekê li dar bixin.”

Amaje bi wê jî kir, rakirina cezayên li ser Sûriyeyê, divê bi merc be û li gorî panbendiya bi erkên siyasî û ewlekariyê be.

Wezîrê Derve yê Fransayê got jî: “Pêwîst e danûstandin bi rejîma nû ya Sûriyeyê re ne li ser gotinan be, divê li ser kiryaran be.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire