Fransa 51 welatiyên xwe ji jin û zarokên DAIŞê ji kampên Rojava vedigerîne

.

Fransa 51 welatiyên xwe yên ji malbatên çekdarên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Wezareta Derve ya Fransayê îro di daxuyaniyekê de ragihand, wan 35 zarok û 16 jinên çekdarên DAIŞê ji kampên li bakurê rojhilatê Sûriyê vegerandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, zarok ji bo navendên parastina zarokan hatin veguhastin û dayikên wan jî dê radestî dadgehê bibin.

Hejmareke mezin ji malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê dimînin, bi taybet li Kampa Holê li bajarê Heseke. Li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî nêzîkî 60 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya Xweser jî dibêje, pêwîstiya van malbatan bi destêwerdaneke navdewletî heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan webigirin.

Kampa Holê ku wek kampa herî metirsîdar a ser asta cîhanê tê hejmartin, Koordînatorê Netewên Yekgirtî li Sûriyê Imran Riza di dawiya meha borî de da zanîn, di nava 18 mehan de, zêdetirî 100 kesan ku gelek ji wan jin in, li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê hatine kuştin 

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt