FKKSê bo Dalkurdê daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) ji ber pirsgirêkên Dalkurdê bangî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir da ku bi pirsgirêkên Dalkurdê re elaqedar bibe.

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Keya Îzol ji ser hesaba xwe ya medyaya civakî bangî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got:

 

"Birêz Neçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Hukumeta Herêm ya Kurdistanê

Têbînîyên FKKSê derheq rewşa awarte ya DALKURDê

Li gor agahdarîyên piralî di birêvebirin û îdara DALKURDê de hin pirsgirêk derketine holê.

Jiberku ev babet ji bo raya giştî aşkere bûye em jî wek FKKS ê dixwazin nêrîn û raya xwe bînin ziman.

DALKURD yek ji girîngtirîn deskewtîyên Diaspora kurd e û divê hebûna wê, berdewamîya wê û serketinên wê bi her awayî were parastin.

Rewşa sîyasî û herêmî ya gelê kurd tê de bêhêvîyeka mezin xistiye nav kurdên Diaspora. Serketinên DALKURDê ji bo xort û keçên kurd li derveyî welêt bûye çavkanîyeka girîng. Hezkirina ala kurdî, hezkirina neteweyatîya kurdî bi saya DALKURDê karibûye bêtir geştir be. Ev derfeta girîng divê were parastin.

Em hêvî dikin û herweha daxwaz jî dikin ku Cenabê Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî vê pirsê ji nêzîk ve bişopîne, alaqeder be daku çareserîyeka acîl pêk were.

Silav û rêz

Keya Izol

Serokê FKKSê"

SPOR Haberleri

Fenerbahçeyê ji ber ‘Ala Kurdistanê’ girêbesta bi lîtstikvanê Kurd re hilweşand
Amedspor û Diyarbekirspor: Eger dahata stadyumê ji me re neyê dayîn em dê boykot bikin
Amedspor bi 3-1 tîma 24 Erzincanspor têk bir
Tima Fotbolê ya Swedê Dalkurd kongreya xwe ya 2022 an li bajarê Uppsalayê  li dar xist.