FKKD di çalakîyên danasîna çanda kurdî de berdewame

.

Do û îro 10-11.06.2023 de Federasyona komelên Kurdî li Danîmarak li bajarê  Brøndby Strand tevlê festîvala çandî ya navneteweyî bû.

Federasyona Komelên Kurdî li Danimaraka ku endamê DIAKURDê ye, eva du rojin di binê Alaya Kurdistanê de, ji bo danasîna xawrin û şirînahîyên kurdî, Cil û bergên kurdî, pirtûk û koverên kurdî û bi mûzîk û govendên kurdî bi beşdarîya hemî komelên endam bi xîretekî Kurdistanî dixebitîn.

Festîval, festîvalekî navneteweyî bû. Ji gelek hemwelatîyên cûda ji bo danasîna çanda welatên xwe liwê bûn. 

Bi hezaran kes tevlê festîvalê bûn. Û gelek ji wana kona federasyonê zîyaret kirin û di derbarê kurd û Kurdistanê de zanyarîyan werdigirtin.

Û her wiha li dika danasînê de, di danasîna beşdaran de gelek caran navê kurd û Kurdistanê jî dihata îlankirinê.

Endamên federasyonê, bi dilxweşîya ku ji bo welatê xwe karekî serfkeftî kiribûn, bi hêvîya ku di çalakîyên bi vî rengî de werin bahev, sipasîya hevûdû kirin û ji hev xatir xwestin.

Rûpela nû/Danîmarka
11.06.2023

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle