Firokeyên Rûsî gundewarê Idlibê bombebaran kirin

.

Balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran gundewarê rojavayê Idlibê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsî li nêzîkî kargeha Şekir ya Cisir Şixûr û nêzîkî gundê Kefêr bombebaran kirin.

Heta niha di debrarê ziyanên canî yên wê êrîşê de ti zanyarî nehatine ragihandin.

Berî niha balafirên Rûsî gundên Bare û Kensifre li navçeya Cebel Zawiyê li başûrê Idlibê bordûman kiribûn.

Tevî ku di Adara 2020an de rêkeftin di navbera Rûsya û Trikiyê de hatibû kirin û agirbest li Idlibê hatibû ragihandin, lê gelek caran ew rêkeftin ji aliyê herdû aliyan ve hatiye binpêkirin û ew navçe ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê, grûpên ser bi wê û balafirên Rûsyayê ve hatine bombebarankirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle