Firokeyeke cengî sînorê Silêmaniyê bordûman dike

.

Firokeyeke cengî îro Geliyê Du Kaniyan li Çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê bordûman kir.

Îro Îniyê 22ê Nîsana 2022an firokeyeke cengî sînorê qezaya Mawet li parêzgeha Silêmaniyê bordûman kir. Li gor agahiyan, Geliyê Du Kaniyan li nêzîk gundê Gellale hatiye bordûmankirin.

Qaymeqamê qeza Mawetê, Kameran Hesen derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, “Îro Îniyê demjimêr 10:10 firokeyeke cengî Geliyê Du Kaniyan ku 5 kîlometran ji gundê Gellale dûr e, hat bordûmankirin.”

Geliyê Du Kaniyan dûrtirîn xala sînorî ya gundê Gellale ye û beşek ji Çiyayê Asos e ku dikeve qeza Mawetê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle