Firat: Hilbijartina dersa Kurdî ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke dîrokî ye

.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Umît Firat derbarê hilbijartina dersa Kurdî ragihand ku perwerdeya bi Kurdî û hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Umît Firat, ji bo balkişandina li ser rewşa zimanê Kurdî û hilbijartina wê dersê ji aliyê zarokên Kurd ve bi rêya Rûdawê peyamek belav kir û ji malbatên Kurd daxwaz kir ku zarokên xwe bo hilbijartina dersa Kurdî han bidin.

Umit Firat, bal dikşîne ser hin pirsgirêk û rêlibergirtina dersa bijarte ya Kurdî û dibêje, “Em dibînin kesên ku daxwaza dersa bijarte ya Kurdî dikin, hêj ji ewlehiya wê ne bawer in. Lewra jêrzemîna hiqûqî û peywendiyên civakî niha zêde biguncav nîne ku ew kes bi dilrihetî karibin ji zarokên xwe re dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin.”

Firat gotina serokomarê berê yê Tirkiyê Suleyman Demirel ku gotibû , “êdî dem hatiye em realiteya Kurdan qebûl bikin” bi bir xist û da zanîn ku di ser wê gotinê re  tam 30 sal derbas bû û wiha pê de çû: “Lê wisa xuya ye ku em Kurd hêj bi heqî nehatine naskirin. Di proseya dawî de ji bo me naskirina zimanê Kurdî, naskirina Kurdan û Kurdistanê gelekî girîng bû. Pêşveçûnên girîng çêbûn û zimanê Kurdî, neteweya Kurd û Kurdistan hatin naskirin. Lê bi temamî nehatin naskirin. Lewma jî di vê mijarê de têkiliya daxwazkirin û pêşkêşkirinê heye.”

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd herwiha got: “Şertên heyî zêde bawerî nade ji bo mirov serî li dersa bijarte bide. Lê perwerdeya bi Kurdî û hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Lewra miletê Kurd ku bi salên dûvdirêj hatin înkarkirin û rastê bişaftinê hatin bi vê pêngavê hatin naskirin. Lewma jî bijartina dersa Kurdî gelekî girîng e.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin
Almanyayê daxwaznameya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qebûl kir
Çar baregehên Heşda Şeibî bi dronan hatin armancgirtin