Firansayê dest biser gemiyek veguhastina çek û teqemeniyan ya Îranê de girit

.

Hêzên deryayî yên Firansayê di operasyonekê de digel Artêşa Amerîka yê dest biser gemiyeke veguhastina çek û teqemeniyan ya Îranê ku ber bi “Yemen”ê ve diçû girit.

Roja Çarşemî 12ê Rêbendanê rojnameya “Wall Street Journal” pêka gotina berpirsek agehdar ragihandiye ku, hêzên taybet yên “Firansayê” di operasyonek hevaheng de digel Artêşa Amerîkayê, dest biser gemiyek veguhastina çek û teqemeniyan ku ji aliyê Îranê ve bo girûpên çekdar yên li “Yemen”ê dihat veguhastin de girit.

Herwisa vê rojnameyê ragihandiye ku, hêzên “Firansayê” di vê gemiyê de dest biser 3ê Hezar çek, nîv miliyon gule û 20 mûşekên dije tank de girtine.

Herwisa hatiye ragihandin ku, ew operasiyona nîşan ji vê yekê ye ku “Amerîka” bi hevahengî digel “Firanasayê” di avên Rojhilata Navîn de rolek baş dilîzin bona pêşî girtin ji veguhastina çek û teqemeniyan ji aliyê Îranê ve.

Hêjayê baskirinê ye ku, di 2 mehên derbasbûyî de dest biser zêdetir ji 5 hezar çek û 1 miliyon û 600 hezar guleyan de hatiye girtin ku li Îranê ber bi Yemenê ve dihatin veguhastin.

Herwisa Navenda Fermandehiya Amerîka yê “Sêntkam”ê nûçeya dest biserde girtina gemiya Îranê pejirandiye.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?