Fîlmê “Maleke Sipî ya Tarî” diçe festîvaleke Misrê

.

Fîlmê “Maleke Sipî ya Tarî” yê derhêner Hesen Elî di 20ê Tîrmeha 2023an de, beşdarî Festîvala Navdewletî ya Erebî li Şarm El-Şêx a Misrê dibe.

Fîlmê “Maleke Sipî ya Tarî” ji aliyê Herdî Hesen Elî ve hatiye nivîsandin û derhênan û pêştir beşdarî çendîn festîvalên navdewletî yên cîhanî û erebî bûye û du xelatên cuda ji bo baştirîn derhêner û lîstikvan wergirtiye.

Derhêner Herdî Hesen ji K24ê re got: “Ev fîlmê sînemayî ku 18 xulek e, li Hewlêrê ji aliyê stafeke gencên jêhatî ve hatî kişandin.”

Got jî: Wî bi vî kurtefilmî pêştir xelata baştirîn derhêner li Festîvala Navdewletî ya Hindistanê wergirtibû û çendîn xelatên din jî li Kurdistan û derveyî welat bi dest xistibûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle