Fîlmê “Jurassic World: Serdestî” wê bikeve vîzyonê

.

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlmên nû wê bên nîşandan.

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlmên nû wê bên nîşandan.

Di fîlmê "Jurassic World: Serdestî" de Chris Pratt, Bryce Dallas Howard, Laura Dern, Sam Neill û Jeff Goldblum di rola sereke de dilîzin.

Colin Trevorrow derhêner e. Qala dînazorên ji cihê lê hatine girtin xilas bûne û li ser rûyê dinyayê dijîn, tê kirin.

"Yên berê"

Fîlmê "Yên Berê" ji alî Eskîl Vogtê ku di sala 2014an da bi navê fîlma "Korbûn"ê va xelata Laleya Zêrîn qezenc kiribû va hat kişandin. Fîlm bi şirîkatiya Qraltiya Yekbûyî, Danîmarka, Fransa, Swêd û Norwêcê va hatiye çêkirin.

"Evîn astengiyan qebûl nake"

Fîlm ji alî Nurettin Ozel va hatiye kişandin û di rola sereke da jî Omer Aslan, Kardelen Saray, Tevfik Cemal Înceoglu, Banu Bakîkuşagı Çabar û Emîn Ozbek dileyîzin.

Fîlm behsa evîna ciwanekî ji xwe ra kaxizan berhev dike û keçikeke astengdar dike.

"Mala xalî"

Dave Franco derhêneriya fîlma Mala Xalî kiriye û tê de qala jin û mêrekî ku ji bo dawiya hefteyê biçin betlaneyê xaniyekî kirê dikin û bûyerên sosret tên serê wan dike.

Di rolên sereke yên fîlmê de Alison Brie, Dan Stevens, Sheila Vand, Jeremy Allen White û Toby Huss lîstine.

Fîlmê "Şerê Cîn" a ku Bulent Aydoslu derhênerî kiriye û fîlma "Koşku Ammar" a Osman Moustafa derhênerî kir jî fîlmên tirsê yên vê hefteyê ne.

"Dikana Pêlîstokên Şa" fîlmê anîmasyonê yê vê hefteyê ye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin