Fîlma 'Silav Pêşmerge' di Youtubeyê de hate parvekirin

.

Fîlma sînemayî ya lîstikvan Ehmed Rambo ya bi navê "Silav Pêşmerge" li ser YouTube ji bo hezkiriyên sînemaya Kurdî hate parvekirin.

Ehmed Rambo ji Rûdawê re ragihand ku her çend berî niha ev fîlm li sînemayên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûkê hatibû nîşandan jî lê hejmareke zêde ya xelkê daxwaza temaşekirina fîlmê kiribûn, lewma wî biryar da ku fîlmê li ser kanala xwe ya YouTubeê belav bike.

Çîroka fîlmê ji aliyê Ehmed Rembo ve hatiye nivîsandin, senarîstî Seîd Mehmûd û derhêneriya wê jî Hesen Elî kiriye, fîlm di sala 2016an de hate tomarkirin. Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya nîşandana fîlmê li sînemayan kiribû.

Ji bilî Ehmed Rambo ku dê di vê fîlmê de rola sereke dilîze, lîstikvana Alman Lyon Zummer û lîstikvanê Iraqî Şemam Hesen jî rola sereke dilîzin.

Silav Pêşmerge di sala 2017an de bi nûnertiya Herêma Kurdistanê  yekem car beşdarî  pêşbirkeke navdewletî bû û xelata baştirîn efekta taybet wergirt.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle