Fîlma derhênerê Kurd Kazim Oz hat qedexekirin

.

Fîlma derhênerê Kurd Kazim Oz a bi navê "Oy'una Geldik" hat qedexekirin.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê nîşandana fîlma "OY'una Geldik" derhênerê Kurd Kazim Oz qedexe kir.

Senaryoya fîlmê ji aliyê Serokê Şaredariya navçeya Pulurê ya Dêrsimê Mustafa Sarigulê ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî Kazim Oz kiriye.

Di nav lîstikvanên fîlmê de, li gel Sarigul, Serokê Şaredariya Pulurê Muslum Tosun û Serokê Şaredariya Pêrtagê Ruhan Alan jî hene. Îlyas Salman jî di rola sereke de dilîst.

Dihat plankirin ku dahata ji fîlmê ji bo avahiya tesîsa paqijkirina avê ya li navçeyê û parastina Munzurê were bikaranîn.

Kazim Oz li ser hesabê xwe yê Xê qedexeya nîşandana fîlma xwe bi van gotinan ragihand:

"Mixabin vîzyona fîlma me ya 'OY'una Geldik' hat qedexekirin. Desthilat di sedsala 21ê de bi qedexekirina fîlmeke komedî, careke din lekeyek reş li dîroka xwe xist.

Em dê rêyên hiqûqî heta dawiyê bikar bînin ji bo ku fîlma xwe ya ku me bi salan xebat jê re kiriye, bigihînin temaşevanên xwe."

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin