Fîlma Dayikên Şemiyê Xelata Laleya Zêrîn wergirt

.

Fîlma “Kor Noktada” (Xala Kor) ya Ayşe Polat ku mijara wê çîrokên Dayikên Şemiyê ye li Festîvala Fîlman a Stenbolê Xelata Laleya Zêrîn wergirt.

42emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê, roja 18ê Nîsanê hat sazkirin û aktor û fîlmên serkeftî hatin xelatkirin. Fîlmê derhêner Ayşe Polat “Kor Noktada” (Xala Kor), xelata baştirîn film wergirt.

Fîlmê Xala Kor, xelata baştirîn fîlm, baştirîn senaryo û baştirîn çîrok-hûnandin wergirt. Xelata derhênera herî baş jî bo derhênera “Ayna Ayna” Belmin Soylemez hat dayîn.

Derhênera fîlma Xala Kor Ayşe Polat piştî wergirtina xelatê ragihand: “Min îlhama xwe ji Dayikên Şemiyê wergirt. Ez xelatê li ser navê wan werdigrim. Hêvî dikim di demên nêzîk de rojên baş bên.”

Di çarçoveya festîvalê de 134 fîlmên dirêj û 29 kurtefîlm di dema 12 rojan de ji bo sînemahezan hatin nîşandan. Festîval îsal di 14 beşan de, ji 84 welatan bi beşdariya fîlmên 160 derhêneran hat lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Ji Bo Kurd û Kurdistanîyên Cîhanê Mercîîyet e...
PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin